KCK: Em komkujiya Roboskî ji bîr nakin, jibîrkirin xiyanet e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê anî ziman ku komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin, jibîrkirin xiyanet e.

KCK’ê diyar kir ku hesabpirsîna ji vê komkujiyê beriya her tiştî bi xurtkirina têkoşîna demokrasiyê û azadkirina gelê Kurd dibe..

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera 9. a Komkujiya Roboskî daxuyaniyek da û diyar kir ku divê gelê Kurd komkujiyê ji bîr neke û hesabpirsîna ji vê komkujiyê bi xurtkirina têkoşîna demokrasî û azadkirina gelê Kurd dibe..

KCK’ê destnîşan kir ku melbatên Roboskî ji ber ku li pey vê komkujiyê ne, li ber deriyên qereqolan û dadgehan tên cezakirin, binçavkirin û girtin, heta yên komkujî şermezar dikin jî hatin girtin.

KCK’ê da zanîn ku li dijî vê desthilatdariya ku komkujiya Roboskî kir û da kirin, eger têkoşîn neyê xurtkirin, wê Kurd weke hûrmêşên divê bên eciqandin, bibin. Polîtîkaya bêcezahiştinê wê dewam bike, wê Kurd jî timî bên kuştin.

KCK’ê got:

“Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin.

Jibîrkirin bêexlaqî ye. Jibîrkirin bêwijdanî û xiyanet e.

Ji ber vê yekê em ê ne ji bîr bikin ne jî bidin jibîrkirin.

Bi azadkirina Kurdistanê, bi azadkirina gelê Kurd em ê xwedî li wan derkevin.

Kujerên mêtinger qirker wê teqez di nava xwîna ku dirijîne d,e bifetisin.”

KCK’ê soza xwe ya ji bo afirandina Kurdistana Azad dubare kir ku li ti devera wê sînor nebe, sînorên lê bêwate bibin û mirovên dema ku ji devereke Kurdistanê çû devereke din neyên kuştin.

Back to top button