Ji ber banga wan a azadkirina kavala, Erdogan fermana dersînorkirina wan da

Serokê rêjîma Tirkiyê Erdogan, êdî wisa lê hatiye ku xwe li gotina azadî jî ranagire û kesî bi lêv jî bike wê wan bike armanc. Ev yek di mijara dawî ya 10 balyozên welatên cîhanê de diyar bû.. Tenê ji ber ku banga berdana karsaz Osman Kavala kirin, Erdogan ev balyoz jî kirin armanc.. Erdogan got wî ferman daye wezîrê karê derve da wan balyozan weke “mirovên nayên qebûlkirin” ragihîne. Li gorî zimanê dîplomasiyê jî, ev bang tê wateya dersînorkirina balyozan.

Êdî li Tirkiyê li hember bilêvkirina gotina Azadî jî, tu bê ceza namînî û kî bî jî, tu yê werî cezakirin..

Herî dawî balyozên 10 welatan ji ber daxwaza azadkirina karsaz Osman Kavala kirin, ketin lîsteya Erdogan a cezayan..

Vê yekê rê li ber gelek nerazîbûnan û ji gelek aliyan vekir..

Serokê Parlamenta Ewrûpayê David Sassoli helwesta Erdogan bi tûndî şermezar kir û ev peyam da:

Dersînorkirina balyozên bilind ên 10 welatan, nîşaneya meyla zordariyê ya hikumeta Tirk e. Em ê serî netewînin. Azadî ji bo Osman Kavala.

Bi heman armancê hukûmetê Siwêd û Norwêcê jî nerazîbûn nîşan dan.

Berpirsa ragihandinê yê hukûmeta Norwêcê Trude Maseide dûbare got “Balyozê me tiştekî ku bibe sedema dersînorkirinê nekiriye.”
Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Nîels Annen jî têkildarî mijarê daxuyaniyek da û wî jî ev got:

“Ew bi rayedarên 9 welatên din re di nava pêwendiyeke xurt û danûstandinên fikrî de ne.”

Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê jî li ser mijarê ev peyam da:

“Em ê dest ji pîvan û nirxên xwe yên hevpar bernedin.”

Endama parlementoya Ewrûpa û Raportora berê ya Tirkiyê Katî Pîrî piştgirî da balyozên 10 welatan û banga azadiyê ji bo Osman Kavala kir.

Rojnameya Bîld ku li Elmanyayê navdar e êrişa Erdogan bi vî serenavî da “Erdogan bela xwe li dîplomatan da: Hûn kî ne? .

Rojname dibêje;

Em hînî gelek aliyên Erdogan bûn. Helwesta xwe ya zordar timî dubare dike.

Tê zanîn ku Erdogan bi mafên mirovan re eleqedar nabe. Êrişî hêzên muxalefetê dike.

Mafê jinan û serweriya hiqûqê ji bo wî negirîng in.

Back to top button