Êrîşên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li dijî hev dewam dikin

Li Idlibê dîsa hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê dest bi êrîş û pevçûnan kirine..
Herî dawî Hêzên hikumetê baregeheke Tirkiyê li Cebel El Zawiyê topbaran kir û çeteyên dewlet Tirk jî droneke keşfê li rojhilatî Idlibê xist xwarê.

Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand “Çeteyên dewleta Tirk li derdora gundê Dadîx yê rojhilatî Idlibê, droneke keşfê anî xwarê..”

Hêzên Hikumetê jî derdora baregeha Tirkiyê li Kensefra ku li aliyê Cebel El Zawiyê ye, topbaran kir.

Çavdêriyê diyar kir ku hêzên hikumetê navçe û gundên Sifûhin, Kefer Iwêd û EL Fetîra yên li Başûrî Idilbê bombebaran kirin.

Hat ragihandin Hêzên hikumetê bend û baregehên dewleta Tirk yên li wan deveran kirine armanc, lê der barê ziyanan de ti agahî nedan.

Back to top button