Li Somal..jê 3 leşker 5 kes di kemînekê de hatin kuştin

Li başûrê Somalyayê, 5 kes di encama êrîşeke terorîst de, hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, Tevgera bi navê Hereket El-Şebab, kemînek li parêzgeha Şibêla jêrîn ya başûrê Somalyayê vegirt û di encamê de 3 leşker û 2 sivîl, hatin kuştin.

Tevgerê yekser ev êrîş girt ser xwe.

Li Meqadîşo ya paytext jî 2 kes di encama teqînekê de hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn, lê ti aliyî ev teqîn nespart ser xwe.

Back to top button