Ji KCDK-E banga hilbijêrên li Ewropa: Qeydên xwe kontrol bikin

Ji bo demokrasiya li Tirkiyê hilbijartinên ku wê 14’ê Gulanê pêk werin, xwedî girîngiyek mezin e.
Beriya bakurê Kurdistan û Tirkiyê wê dengdêrên li derveyî welat herin ser sindoqan.
Ji ber vê yekê jî KCDK-Ewropa bang li hilbijêrên li Ewropayê kir ku qeydên xwe kontrol bikin.

Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê li ser hilbijartinên Serokomarî û Parlamenteriyê yên li Tirkiyê ku wê 14’ê Gulanê pêk werin daxuyaniyek nivîskî weşand.

KCDK-Ewropayê got;

“Ev ne hilbijartineke ji rêzê ye û dikare 100 salên pêşiya me diyar bike.

Ji ber vê dengek jî gelekî girîng e û her kes hay ji vî tiştî heye.

Dîktatorê ku fêm kir ew ê têk biçe, ji bo kesên wê deng nedin wî neçin ser sindoqan, hemû metodên psîkolojîk dixe dewrê.

KCDK-Ewropayê ji ber vê yekê diyar kir ku divê hemû alîgirên demokrasî, wekhevî û azadiyê, dengê xwe bidin.

Her dengekî neyê dayîn wê temenê Erdoganê dîktator dirêj bike.

Eger qeyda we ya dengdanê tunebe divê hûn qeyda xwe kontrol bikin.

Lîsteya hilbijêran û ya hilbijêrên nû wê heta 2’ê Nîsanê bidome.

Lîsteyên ji bo dengdanê hun dikarin bi rêya lînka niha li ser ekranê kontrol bikin.

Kesên qeydên wan şaş in, divê biçin konsolosxaneyan û ev tişt di bin berpirsyariya koordîansyonên me yên hilbijartinê de ne.

Hemû konsolosxane ji bo qeydên nû yên hilbijêran û sererastkirina qeydan, nava hefteyê û dawiya hefteyê vekirî ne.”

27’ê Nîsanê dengdana li derveyî Tirkiyê despê dike

2’ê Nîsanê, wê lîsteyên hilbijêran ji daliqandinê werin derxistin û 3’ê Nîsanê biryar li ser îtîrazan werin dayîn.

12’ê Nîsanê li hundir û li derveyî welêt, wê sindoq û cihên ku hilbijêr lê deng bidin, werin diyarkirin.

Pêvajoya dengdana li derve û li deriyên gumrikê, wê 27’ê Nîsanê dest pê bike.

Back to top button