HDP: Em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar ragihand ku wê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, roj bi roj heyecana hilbijartinan û hêviyên xelasiya ji rejîma faşîst AKP-MHP’ê zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê cihê xwe di rojeva sereke ya welat de girtiye.

Peyamên ji partiyê derdikevin, weke agahiyên lezgîn cihê xwe di çapemeniya Tirkiyê de digirin.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar ragihand ku ew ê bi navê Partiya Çep a Kesk beşdarî hilbijartinê bibin.

Piştî ku duh partyiyên Tifaqa Ked û Azadiyê ragihand, wê namzetê serokomariyê dernexînin, êdî bal hat kişandina li ser rêbazên beşdarbûna HDP’ê di hilbijartinê de.

Mîthat Sancar bû mêvanê bernameya “Maseya Rêbertiyê” ya Halk TV.

Sancar diyar kir ku berdêla giran a erdhejê bûye sedem ku ew biryara xwe ya ji bo namzetiyê bidin ber çavan û got:

“Ev erdhej ne felaketeke xwezayî ye, felaketeke siyasî ye.

Di vê felaketê de wendahiyên me gelek mezin bûn.

Beriya hilbijartinê di demeke kin de wêraniya giran bû peyameke bi êş ku divê em rêyeke din bişopînin.”

Sancar: Em ê bi Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê

Sancar hilbijartina 14’ê Gulanê weke yek ji hilbijartinên herî girîng ên dîrokî binav kir û ev tişt anî ziman:

“Pêvajoya hilbijartinê gelekî girîng e.

Em ê bi Partiya Çep a Kesk re bikevin hilbijartinan.

Partiya Çep a Kesk yek ji partiyên ji pêkhateyên me ye.

Bi lez rêxistina xwe temam kir.

Eger Partiya Çep a Kesk jî hatiba astengkirin, me dê bijardene din bikar anîba.”

Sancar: Armanca me ya derxistina bêtirî 100 parlamenterî heye

Sancar anî ziman ku wan armanca derxistina bêtirî 100 parlamenterî danîye pêşiya xwe.

Erdogan wezîrên xwe avêtiye qada hilbijartinê

Di vê navberê de, şefê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ê metirsiya têkçûna xwe dibîne, li rêbazên xelasiyê digere.

Niha li qada hilbijartinê dixwaze wezîrên xwe ji bo parlamenteriyê bike namzet.

Erdogan di bernameyeke televsioneke Tirkiyê de got:

Ji bo hilbijartinê wê wezîr jî bo parlamenteriyê werin destnîşankirin.

Serokê AKP’î Erdogan yê di her fersendê de tevgerên şoreşger ên Kurd bi terorê binav dike, xwedî li Hizbulahê derket.

Erdogan ji bo HUDAPAR a ku weke baskê Hizbullaha Tirkiyê tê dîtin jî got:

Ew partiyeke herêm û netewî ye.

Back to top button