Eyşe Hiso: Armanca êrişan têkbirina Neteweya Demokratîk e

Komîteya Rûspiyan a Helebê li taxa Şêxmeqsûd li dijî êrişên Tirkiyê civînek ji rûspiyên eşîran re li dar xist û tê de Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso anî ziman ku armanca van êrîşan têkbirina projeya Neteweya Demokratîk e.

Civîn taxa Şêxmeqsûdê û bi beşdariya rûspiyên eşîrên Bobene, Umêrat, Begara, Bo Şeban, Cêsî û Hemdan û rûspiyên taxê yên ji tevahî pêkhateyan li dar ket.

Di civînê de Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso axivî û diyar kir “Armanca êriş û gefên Tirkiyê derbekirina projeya neteweya demokratîk û qirkirina gelên herêmê ye.”

Hevseroka PYD’ê Ayşe Hiso dawiyê tekez kir “Pergala nenavendî çareya yekane ya veguhastina Sûriyê ber bi Sûriyeke azad û demokratîk ve ku tê de tevahî pêkhate bi ewle û aştî bijîn.”

Back to top button