Minbic…droneke nenas gundê Meclobe yê dagirkirî bombebaran kir

Balafireke şer a nenas gundewarê Minbicê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye bombebaran kir.

Ajansa nûçeyan a Hawarê ragihand ” Doh şev balafireke şer a nenas piştî gerîna çend saetan, gundê Meclobe yê di navbera Minbic û Cerablusê de ye bombebaran kir.”

Ev gundê Meclobe niha di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ne.

Li ser cihê ku hatiye armancgirtin û zirarên bombebaranê, heta niha ti agahî bi dest neketine.

Back to top button