Dêra Zorê..Hêzên Ewlekariya Hundirîn kujerên jinekê girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn, du kesên ku jinek li gundên Dêra Zorê kuştibûn û zêrên wê dizîbûn, girtin.

Ajansa Nûçeya a Hewarê ragihand “9’ê Mijdarê li bajarê Besîre yê Dêra Zorê diya Yasmîn a 20 salî ji aliyê kesine nenas ve hat kuştin.”

Hat ragihandin dayika Yasmîn bi alaveke tûj hatibû kuştin û hemû pere û zêrên wê jî hatibûn dizîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo girtina kujeran yekser dest bi lêkolînê kir.

Piştî lêkolîna du rojan Hêzên Ewlekariyê, herdu kesên ku zêrên jina kuştî firotin zêrfiroşekî girtin û radestî aliyên têkildar kirin.

Li dijî van sûcan û ji bo ewlehiya bajêr Hêzên Ewlekariyê di nav xebatê de ye û ji bo rêgirtina li ber van buyeran bi her awayî têdikoşin.

Back to top button