Keştî wê îro li Napolî bi rengekî girseyî were pêşwazîkirin

Berî 3 rojan ‘Keştiya Azadiyê’ ku ji bo azadiya Rêber Apo ji Atînayê bi rê û îro wê li bajarê Napolî yê Îtalyayê bi rengekî girseyî were pêşwazîkirin.

Çalagerên ‘Keştiya Azadiyê’ ku 9’ê Mijdarê ji herêma Lavrîo ya Yewnanistan bi rê ketin, îro di salvegera 23’an a derbasbûna Rêber Ocalan ji Îtalyayê re, wê bigihêje bajarê Napolî.

Di keştiyê de 40 kesên ku hemû nûnerên civakî yên sivîl, parêzer, rojnamevan, nivîskar, siyastmedar û rewşenbîr cih digrin.

Ev keştî îro wê li bajarê Napolî, li qada Pisacane ya bendera bi rengekî girseyî were pêşwazîkirin û li wir bernameyeke berfireh heye.

Back to top button