Bîlançoya Corona ya herî dawî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî 19 rewşên din tomar kirin.
Îro Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku ji van her 19 rewşan, di nav de 3 xebatkarên tenduristiyê, 9 jê li Qamişlo, 4 li Hesekê, yek li Til Hemîs û 5 li Şehbayê ne.
Dr. Ciwan her wiha mirina kesekî li herêma Cizîrê ragihand.
Bi van daneyên nû, hejmara pêketiyên Coronayê li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bû 138 kes, ji wan 10 kes baş bûne û 6’an jî jiyana xwe ji dest daye.