Jineke Efrînî li ser sînorê Sûrî-Tirkî kuştî hat dîtin

Li Efrîna dagirkirî, duh termê jinekê li nava zeviyên çandiniyê li nêzî sînorên Sûrî-Tirkî kuştî hat dîtin..Çalakvana hiqûqnas Roşîn Mistefa diyar kir ku sûcên dewleta Tirk li dijî jinan derqanûnî ne û bang li rêxistinên civaka naveteweyî û saziyên jinan kir ku destwerdana rewşê bikin. 

Termê jineke Efrînî li nava zeviyên çandiniyê kuştî hat dîtin..

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî ragihand ku jina bi navê Gulê El-Ferec Hemo Fadil ji gundê Dêr Sewan ê Efrînê kuştî hat dîtin..

Jina bi navê Gulê ziwicî ye û berî du rojan ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve hatibû revandin..

Berî niha jî, çeteyan jinek ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê revandibû û bi darê zorê ew bi xwe re zewicand..

Li gorî peyman û qanûnên navneteweyî, ev sûcên ku dewleta Tirk bi rêya komên xwe pêk tîne, binpêkirina peyman, qanûnên navneteweyî û danezana gerdûnî ya mafê mirovan e.

Roşîn Mistefa: Tirkiye qanûnên navneteweyî binpê dike, divê bê darizandin

Derbarê sûcên dewleta Tirk li dijî jinan de, çalakvana hiqûqî ya li kantona Şehbayê Roşîn Mistefa diyar kir ku ev sûc bi sedema tolhildana DAIŞ’ê pêk tê.

Roşîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike û divê dewleta Tirk bê darizandin.

Roşîn destnîşan kir ku di girtîgehên çeteyan de 25 jin û 24 zarok hene û anî ziman ku sûcên li dijî jinan derqanûnî ne.

Çalakvana hiqûqî Roşîn Mistefa bang li rêxistinên navneteweyî, tevahî rêxistinên jinan û civaka navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin û van sûcan rawestînin û got:

“Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Efrînê derxin, sûcdaran bi lez ceza û lêpirsîn bikin.”

Back to top button