Tirkiye.. Li girtîgehekê, 23 girtî di heman odeyê de ne

Tevî ku nexweş in û rewşa wan di girtîgehan de nebaş e, AKP’ê wan bernade. Girtiyê bi navê Kasim Karataş ê nexweş ragihand ku vîrûs li girtîgeha wan heye û tevî wê jî, 23 kes di heman odeyê de ne. 

Kasim Karataş ku 29 sal in girtî ye û cezayê hetahetayê lê hatiye birîn, ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê telefonî keça xwe Gulîstan Karataş kir û agahî danê.

“Tevî li girtîgehê odeyên vala hene, lê belê di dema vê vîrûsê de 23 kes di heman odeyê de dimînin.”

ÎHD’Ê ji bo girtiyê nexweş kaya, serî li dadgeha bingehîn da

Girtiyê nexweş ê bi navê Sabrî Kaya di Girtîgeha Jimare 2 a Tîpa T a Osmaniyê de ye.

Sabrî, 20 caran rakirine Beşa Lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniyê, lê dîsa ew vegerandin girtîgehê.

Di vê çarçoveyê de, Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Parêzer Îlhan Ongor, ji bo rewşa Kaya serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da.

Back to top button