Parlamena Îraqî hikumeta Kazimî erê kir

Piştî 10 mehan, parlamena Iraqî kabîneya nû ya welêt erê kir û Mistefa Kazimî bû serokwezîrê nû yê Iraqê.. Duh di parlamenê de, ji bilî koma Malîkî hemû partiyan bawerî dan Kazimî. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî ev yek pîroz kir û hêviya serkeftinê xwest. Ji aliyê xwe ve jî, Amerîka diyar kir ku “divê Kazimî heta 120 rojan têkiliyên xwe ji Îranê qut bikin û gaz û kehrebeyê jê nekirin”.

Duh parlamena Iraqê bi beşdariya 255 parlamenterî, ji bo erêkirina kabîneya nû ya Kazimî rûnişt.

Ji bilî Koma Malikî, piştî nîqaşên berfireh, hemû partiyan bawerî dan 15 wezîran.. bi vê awayî jî kabîneya Mistefa Kazimî hate qebûlkirin.

Lê dengdana li ser wezaretên Derve û Petrolê, hate bipaşxistin.

Piştî wergirtina baweriyê, Kazimî li pêş parlamenê, sonda destûrî xwar û bû serokwezîrê Iraqê yê nû.

Amerîka 120 roj da Kazimî ku hew gaz û kehrebê ji Îranê bikirin

Amerîka jî li ser zimanê Wezîrê xwe yê Derve Mike Pompeo, serokwezîriya Kazimî pîroz kir û piştgirî da hikumeta nû.

Pompeo anî ziman ku ew bi telefonê bi Kazimî re axiviye û got:

Me 120 roj dem dane Kazimî ku êdî kehrebe û gazê ji Îranê nekirin û divê li gorî lîsteya cezayên Amerîkî, tev bigerin..

Berhem Salih: Erka me ye, em piştevaniya hikumeta nû bikin

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih jî kabîneya Mistefa Kazimî pîroz kir û got;

“Iraq di rojên zehmet de derbas dibe, pêwîst e ji bo temamkirina hikumetê em lezê bidin xebatên xwe, da pirsgirikên xwe yên ewlehî, tenduristî û aborî çareser bikin.”

Serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî Kazimî pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Berî niha serokê parlamena Iraqî Mihemed Helbusî ragihandibû ku, di kabîneya nû de, wê 21 wezaret hebin, 12 ji Şîya, 6 ji Sune û 3 jî wê ji Kurdan re bin.

Li gorî agahiyan, Wezareta Darayî ku berî niha di destê Kurdan de bû, wê vê carê bidin Şîyan.

Wê Wezareta Derve, Dad û Avdankirinê jî ji bo Kurdan werin dayîn.

Back to top button