Li Başûrê Kurdistanê, ti rewşên nû nehatin tomarkirin

Wezareta Tenduristiyê ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên dawî de ti pêketiyên Coronayê nehatiye tomarkirin. 

Li gorî wezaretê, tenê 43 nexweş di bin çavdêriya bijîşkan de mane.

Li Başûrê Kurdistanê heta niha bi giştî 391 kes bi virûsê ketine, ji wan 343 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, jimara pêketiyan gihaşt 132 hezarî

Vîrûs li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê jî hîna belav dibe û rojane herî kêm bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin.

Lê dewleta Tirk hîna jî daneyên rast vedişêre.

Li gorî daneyên wê, heta niha, nêzî 132 hezar kes bi vîrûsê ketine û nêzî 3 hezar û 600 kesî jî jiyana xwe ji dest daye.

Back to top button