Biden: Ji bo demokratan şevek baş bû

Li DYA hilbijartinên navberê yên Kongres û Meclisa Nûneran pêk hat.
Encamên heta niha derketî ne li gorî daxwaza Komarparêzan bû.
Serokê Amerîka Biden encamên hilbijartinê yên hatî eşkerekirin nirxand û niyeta xwe ya ji bo namzetiya xwe ya bo 2024’an jî eşkere kir.

Li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka hilbijartina navberê xewna Partiya Komarparêz bicih ne anî.

Xeyalên Komarparêzan carke din di nîvê de ma.

Beriya hilbijartinê li gorî rapirsiyên dihatin kirin, wê Komarparêzan dengvedanek zêde çêkiriban.

Heta ev yek weke teqîneke mezin ya ji bo Komarparêzên sor dihat pênasekirin.

Lê Partiya Demokrat di gelek xalan de dengên xwe parast.

Serokê Amerîkayê Joe Biden kêfxweşiya xwe ya ji ber encamên ne diyar ên hilbijartinan anî ziman û got,

“Ji bo Demokratan şeveke baş bû.”

Hilbijartinên navberê ji bo hilbijartinên serokatiyê yên 2024’an jî gelek peyaman li nava xwe vedişêre.

Biden ê 79, hîna bi fermî biryara xwe ya pêşbaziyê ji bo 2024’an eşkere nekiriye.

Biden di civîna çapemeniyê ya li Koşka Spî de got,

“Em nû dest pê dikin.

Em ê di mehên despêka sala nû de biryara xwe ragihînin.”

Joe Biden işaret bi wê yekê kir ku Demokratan êvareke bihêz derbas kir û ev tişt anî ziman:

“Gelê Amerîkayê careke din axivî û nîşan da ku demokrasî ji bo me girîng e.”

Biden diyar kir ku Pêla Sor a ku tê wateya komarparêzan di kongreya ku ji Senato û Meclisa Nûneran pêk tê de nekarî piraniya dengan bidest bixe.

Her çend Demokratan hin eyaletên nakokî bi dest xistin jî, dibe ku Komarparêz di Meclisa Nûneran de piraniyek bidest bixin.

Serketina di Senatoyê de wê bi encamên Georgia, Arizona û Nevada diyar bibe.

Li eyaleta Georgia wê hilbijartin di meha Kanûnê de bê dubarekirin.

Biden armanca xwe ya namzetiya bo 2024’an eşkere kir

Di civîna çapemeniyê ya li Koşka Spî de, namzetiya muhtemel a Donald Trump a sala 2024’an jî hate nîqaşkirin.

Biden bi ken bersiv da û got,

“Eger ew namzed be, em ê her tiştî bikin da ku ew nebe serokê nû.”

Ji Joe Biden jî hat pirsîn ku heke Komarparêz di Kongreyê de piraniyek hebe ew ê çawa bixebitin.

Biden diayr kir encam nîşan didin Amerîkî naxwazin siyasetmedarên dengê xwe didin wan di şerên siyasî yên bêdawî de bibin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) her wiha diyar kir ku ew ji hemû fikrên baş re vekirî ne.

Back to top button