Dagirkeran 4 sivîl ji navçeyên Mabata û Cindirêsê yên Efrînê revandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 4 sivîlên ji navçeyên Mabata û Cindirêsê a Efrîna dagirkirî revandin.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku 15’ê Çileyê, çeteyan du sivîl ji gundê Eyn Hecerê yê Navçeya Mabata Revandin

Çeteyan ji bo standina pereya şêniyê bi navê Mihemed Izet Mihemed û kurekî wî revandin, heya niha jî çarenûsa wan ne diyar in.

Li heman navçeyê, çeteyan şêniyê bi navê Heyder Bekir Sîdo 57 yê ji gundê Şêxutka revand.

Hat ragihandin ji ber Heyder daxwaza erebe û guviştgeha zeytûnan yên xwe ji çeteyan kir hat revandin.

Beriya hefteyekê jî, çeteyan ji gundê Kefer Zîtê yê navçeya Cindirêsê şêniyê bi navê Ebid El-Hey Hesen bi bihaneyên derew revandin.

Li gorî Malpera Afrinpost, Hesen beriya niha hatibû revandin û çeteyan bi giranî êşkence lê kiribûn.

Dagirkeran girê Elemdara yê li navçeya Raco wêran kir

Li aliyê din, çeteyan girê dîrokî yê gundê Elemdara yê li navçeya Raco wêran kirin.

Li gorî dîmenên ku rêxsitinê bidest xistine, çeteyan bi alavên giran gir kolandiye û darên li derdora wê birîne.

 

Back to top button