Serokê Tevgera Mafan ya Iraqê bang li serokwezîrê Iraqê kir ku li dijî êrişên dewleta Tirk ên li ser serweriya axa Iraqê, bikeve tevgerê.
Serokê Tevgera Mafan a Iraqê Seedur Seedî derbarê êrişên dewleta Tirk li ser Şengalê bi taybet, daxuyaniyek da
Seedî di daxuyaniya xwe de bang li serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî kir da ku derbarê êrişên dewleta Tirk tedbîrên pêwîst bigre û bangî balyozê dewleta Tirk bike.
Di dewama daxuyaniya xwe de Seedî got: “Divê bang li balyozê Tirk yê Iraqê were kirin, daxwaznameyek nerazîbûnê ya dijî sucên li Şengalê were dayîn.”