Tevî êriş û koçberiyê jî xwendekarên Efrînî xwendina Kurdî berdewam kirin û bi ser ketin

Tevî topbarana rojane xwendekarên Efrînê yê li Şehba dimînin xwendina xwe temam dikin.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Efrînê 219 bawername li ser xwendekarên asta amadehî belav kirin.

Duh Desteyê bi şahiyekê bawername li ser xwendekaran belav kirin.

Xwendekarên hatin xelatkirin yên beşên zanistî û wêjeyî bûn.

Şahî li Navenda Desteya Perwerde û Fêrkirinê de ya li navçeya Ehdas ya kantona Şehbayê li dar ket..

Bi sedan xwendekar û malbatên wan hazir bûn.

Di şahiyê de hevserokê desteyê, Subhî El Ehmed axivî û got:

“Em xwendekarên xwe pîroz dikin.

Em spasiya wan dikin ku xwendin da ku bi ser kevin.”

Paşê bawername li ser xwendekaran hatin belavkirin û xwendekarên serkeftî hatin xelatkirin.

Back to top button