Piştî 10 salan li Iraqê hilbijartina encûmenên parêzgehan pêkhat

Li Iraqê piştî 10 salan hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê hat lidarxistin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 41 bû.
Piştî hilbijatinan 69 gilî ji bo dengdana giştî û taybet ya ji bo hilbijartinên encûmenê parêzgehan hatine qeydkirin.

Duh li Iraqê û Başûrê Kurdisatanê piştî 10 salan hilbijartina encûmenên parêzgehan pêkhat.

Hilbijartin li 15 parêzgehan hate lidarxistin.

Bi giştî mafê 23’ê mîlyon kesî hebû ku tevlî dengdanê bibe lê ji wan tenê 16’e mîlyonî kartê dengdanê wergirtibû.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê rêjeya tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 41. bû

Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku tevlîbûna hilbijartinê ji sedî 41 bû.

Li gorî rêjeyê tenê 6 mîlyon û 599 hezar û 668 kesan dengê xwe bikar anîne.

Li gorî daxuyaniya komîsyonê herî zêde deng li Kerkukê hatin bikaranîn.

Tevlîbûna hilbijartinê li Kerkukê ji sedî 65 bû.

Li bajêr hejmara hilbijêran 870 hezar 920 kes in û ji van 566 hezar 265 kes çûn ser sindoqan.

Li Kerkûkê YNK weke partiya yekem derket.

Li gorî rêjeya herî dawî kursiyên aliyan li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:

  • PDK 33
  • YNK 16
  • Nifşê Nû 9
  • Yekgirtûya Îslamî 4
  • Komela Dadgerî 1

Her wiha li Iraqê jî Tevgera Sedir bi rêjeya dengê herî zêde 72 kursî girtiye.

Di hilbijartina encûmena parêzgehan de 69 gilî hatin kirin

Berdevkê Komisyona Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelaî ragihand ku heta niha 69 gilî ji bo dengdana giştî û taybet ya ji bo hilbijartinên encûmenê parêzgehan hatine qeydkirin.

Her wiha duh di dema dengdanê de, nêzî 500 kesên hewl didin karta dengdanê bikirin û bifiroşin hatine binçavkirin.

MXDŞ: Gelê me bila sebir bike, serketin para me ye

Back to top button