Dagirkeriya Tirk gundên Şehba û Şêrawayê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker îro derdora Til Rifetê, gundê Şêrawa û Minbicê topbaran kirin.

Êrişên dagirkeriya Tirk piştî seatên nîvro pêk hatin.

Nûçegihanê me ji herêmê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker derdora Til Rifetê yê Şehbayê û gundê Meyasê yê navçeya Şêrawayê bi dijwarî topbaran kirin.

Artêşa Tirk gundên Minbicê topbaran kirin

Piştî vê êrişê, Minbicê jî hat topbaran kirin.

Li gorî Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregeha xwe ya li gundê Yaşilî, bi çekên giran gundê Seyade topbaran kirin.

Back to top button