Eşîreyên Igêdat banga derxistina hêzên Îran û hikûmeta Şamê ji gundên Dêra Zorê kir

Eşîreyên Igêdat bang Koalîsyona Navdewletî kir ku hêzên Îran û hikûmeta Şamê ji gundên Dêra Zorê derbixin.

Li ser banga eşîra Bekîr a girêdayî qebîleya Igêdat, ji bo nîqaşkirina geşedanên dawî li herêma Dêrazorê, şêx û rûspiyên eşîreyên qebîleya Igêdat a herêma Dêrazorê li hev ciyivan.

Civîn li gundê Beyda yê bajarokê Siwar ê Dêrazorê hate lidarxistin.

Nêzî 3 hezar şêx û rûspiyên eşîreyên qebîleya Igêdat, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif, şandeyek ji Koalîsyona Navneteweyî û QSD’ê di civînê de amade bûn.

Rûspiyên eşîreya Bekîr gotin, ew hewldanên derxistina fitneyê red dikin û diyar kirin ku ev hewldan bi armanca ku şêniyan li hemberî hêzên ku herêmê diparêzin sor dike ye.

Di dawiya civînê de eşîreya Bekîr daxuyaniyek da û bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku hêzên Hêzên Hikûmeta Şamê û Îran ji gundên Dêrazorê derbixin.

Back to top button