MXDŞ: Gelê me bila sebir bike, serketin para me ye

Hevserokê Meclîsa Xweser ya Şengalê Nayîf Şemo ji hilbijartinên encûmenên parêzgehan a Iraqê bihêviye û got:
Hinek alî beriya komîsyona hilbijartinê daxuyanî bide serkeftina xwe ragihandine, ev ne raste.”
Nayîf Şemo anî ziman divê gelê bêhêvî nebe û heya niha ew serkeftî xuya dikin.

Hilbijartina encûmenên parêzgehên Iraqê duh bi dawî bû.

Yek ji parêzgehên encama hilbijartinên wê dihat mereqkirin Neynowa bû.

Ji ber Şengal jî li ser wê parêzgehê ye.

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê, rêjeya beşdariyê sedî 41 bû û li Neynowa jî sedî 52 bûye.

Li Şengalê jî PDK û hinek hêzên din yên li Şengalê hejariya gel bikaranîn û dengê hinek kesan kirîn.

Li aliyek din jî beşeke girîng a koçberên Êzidî di kampan de dibin zexta PDK’ê de çûn ser sindoqan.

Lê tevlî van lîstikan û hewldanan, namzetê Rêveberiya Xweser ya Şengalê û PADÊ Qasim Keşko li gelek navendên Şengalê di rêza yekemîn de bû.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclîsa Xweser ya Şengalê Nayîf Şemo axivî û got:

“Hinek aliyên Kurdî û yên li ser kotayê ketine hilbijartinê, beriya komîsyona hilbijartinê daxuyanî bide serkeftina xwe ragihandine, ev ne raste.”

Nayîf Şemo diyarkir ku ew li beramber sextekariya di hilbijartinan de di nava hewldanê de ne û ev tişt anî ziman:

“Doh hejmareke baş a gel me çûn ser sindoqan, hinek ji van dengan jî xuya nakin.

Emê rewşê bişopînin û destûrê nadin ti dengek vala biçe.”

Nayîf Şemo dawiyê bi lêv kir divê gelê bêhêvî nebe û ev tişt anî ziman:

Heta niha em serkeftî xuya dikin.

Namzetê me di nava hevpeymaniyê de li pêşin û hîn jî li hinek cihan deng tam zelal nebûne.

Rêjeya beşdariya dengdanê li hemû parêzgehên Iraqê eşkere bû

Back to top button