Li Xeza careke din şer despêkir: jimara miriyan zêde dibe

Piştî agirbesta hefteyekê ya navbera Îsraîl û Hemasê, bi dawî bû.
Bi dawîbûna agirbestê re careke din şer dijwar bû.
Di bombardumana Îsraîlê de 32 filistînî mirin.
Îsraîlê careke din ragihand ku ew di gihiştina armancên xwe yên li herêmê de bi biryarin.

Agirbesta ku di navbera Îsraîl û Hemasê de pêk hat û 7 rojan berdewam kir, îro saet 08:00’ê siharê bidawî bû.

Li Xeza careke din şer despêkir: 32 Filistînî hatin kuştin

Di dema ku êrîşên hewayî û topan ên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê ji nûve dest pê kir, Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku di nava çend saetan da 32 mirin e.

Berdevkê Wezaretê Eşref Kudra eşkere kir ku ji van 10 kes li El Magazi ya li navenda Şerîda Xeza, 9 li Refahê li başûr û 5 kes jî li bajarê Xezeyê ne.

Hat ragihandin ku Îsraîl ji balafiran belavok avêtin başûrê Xezeyê û ji welatiyan xwest ku malên xwe biterikînin.

Ji ber êrişên li bakurê Xezayê, bêtirî mîlyonek kes neçar mane berê xwe bidin herêmên başûr û taybet jî Xan Yûnis.

Hamas Îsraîlê sûcdar dike

Artêşa Îsraîlê îro danê sibê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Hemasê agirbesta demkî binpê kiriye û operasyon ji nûve dest pê kiriye.

Beriya niha hatibû ragihandin ku roketeke Hemasê ji Xezayê avêtibû, ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hat bêbandorkirin.

Hemasê jî Îsraîl ji destpêkirina şer berpirsyar dît û wiha got:

“Îsraîl hemû pêşniyarên ji bo serbestberdana girtiyên din ên tevahiya şevê hatin kirin red kir.

Îsraîl tiştên ku di 50 rojên beriya agirbestê de nekarî bidest bixe, wê bi êrîşkariyê bi dest nexe.”

Netanyahu: Em bi biryarin ku bigihêjin armancên xwe yên şer

Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu piştî dawîbûna şer peyamek weşand û got:

“Hikûmeta Îsraîlê bi biryar e ku bigihêje armancên xwe yên şer.

Ev armanc ew e ku rehîneyan azad bike, Hemasê hilweşîne û Xezayê careke din ji bo Îsraîlê nebe xeterî.”

“Qetar û Misir bi her du aliyan re di nava têkiliyê de ye”

Hat ragihandin ku Qeter û Misirê bi her du aliyan re têkiliyan didomînin.

Çavkaniyekî ji ajansa nûçeyan a Reutersê re ragihand ku welatên navbeynkar piştî têkçûna agirbestê hem bi Hemas û hem jî bi Îsraîl re di têkiliyê de ne.

80 Îsraîlî û 240 Filistînî serbest hatin berdan

Hemasê heta niha 80 jin û zarokên Îsraîlî di nav de, 105 kes serbest berdane.

Hamasê soz dabû ku ji her sê jin û zarokên Filistînî rehîneyekî Îsraîlî berde.

Îsraîlê 240 Filistîniyên ku heta niha di girtîgehê de girtibûn jî serbest berdan.

Li Xezeyê nêzî 140 dîlên din yên di destê Hemasê de hene.

Back to top button