Hevgirtina El Beyt: Tiştê ku Erdogan dike derveyî îslamiyetê ye

Hevgirtina El Beyt şaxê Tebqayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kirin û bang li oldarên li Tirkiye û cîhanê kir ku li hember wê bisekinin.

Hevserokê Hevgirtina El Beyt şaxê Tebqayê Ednan El Ilêwî diyar kir ku Erdogan Îslamiyetê îdda dike lê tiştek wiha mîna kuştina zarok, jinan di îslamiyetê de nayê qebûlkirin.

Her wiha El Ilêwî berdewamî anî ziman ku Erdogan binêsaziya heremê, navendên stratejîk û nexweşxaneyan hedef digire û wiha got:

“Armanca sereke ya wan êrîşên hovane, têkbirina ewlehî û aramiya li herêmê û yekitiya gelê herêmê ye. Her wiha vejandina DAIŞ`ê ye.”

Şêx Mihemed El Rawî jî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar kir û got:

“Parastina ewlehiya neteweyî, dereweke Tirkiyê ye ku pê dixwaze Rêveberiya Xweser û gelê herêmê têk bibe.

Lê bila bizane ku fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan, ji bo rizgariya gelan ji zulmê û koletiyê ye.”

El Rawî ji oldarên li Tirkiye û cîhanê daxwaz kir ku li hember êrişên Erdoganê hov bisekinin.

Back to top button