Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê kedkarê çapemeniya azad rojnamevan Necmedîn Salaz bibîranî û got,“Heval Necmedîn Salaz şoreşgerekî mezin bû û hemû jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kir û ji bo vê jî bênavber têkoşiya.”
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji ber wefata kedkarê çapemeniya azad Necmedîn Salaz peyama sersaxîyê weşand û ew bibîranî.
KCK’ê sersaxî ji gelê Kurd, gelê Wanê û malbata Necmedîn Salaz re xwest û wiha got,
KCK: Ji bo bîranîna heval Necmedîn em ê têkoşîna azadiyê xurttir bimeşînin
“Em û gelê me yê Kurdistanê ji ber vê agahiyê gelekî êşiyan. Ev demeke dirêj bû ku pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên Heval Necmedîn hebûn.
Lê belê vê yekê li hemberî têkoşîn û xebata xwe weke asteng nedît û heta kêliya dawî ya jiyana xwe têkoşîna xwe domand.
Şehîdekî hêja yê vê têkoşîn û Kurdistanê ye. Pêwîste gelê Kurdistanê bi taybet gelê Wanê yê welatparêz bi xurtî xwedî li şehîdê hêja derkeve.
Weke tevger û gel erka me ya bingehîn e ku em têkoşîna azadiyê ya ku wî hemû jiyana xwe feda kiriye, hîn xurtir bimeşînin.”
KCK: Heval Necmedîn hemû jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê da
KCK’ê da zanîn ku ku Necmeddîn Salaz şoreşgerekî mezin bû û hemû jiyana xwe ji bo azadiya Kurdistanê feda kir û wiha dewam kir;
“Heta kêliya dawî a jiyana xwe, bi dil û mêjiyê xwe bû neferekî bêdawî yê doza xwe.
Weke gelek şoreşgeran, hevrê Necmedîn jî di şiyarbûna neteweyî ya gelê Kurd û destpêkirina têkoşîna li dijî mêtingeriyê de kedeke girîng da.”
KCK: Hêrseke mezin ya hevrê Necmedîn li dijî xiyanetê hebû
KCK’ê destnîşan kir ji ber zextên dewleta Tirk Necmedîn Salaz hat Başûrê Kurdistanê û got,
“Hêrseke mezin yê heval Necmdîn li dijî xeta hevkarî û xiyanetê hebû. Li dijî vê yekê girîngiyek mezin da pêşxistina xeta welatparêziyê.”
KCK’ê di dawiyê de diyar kir Necmeddîn Salaz lêhûrbûn û pêşniyarên xwe yên têkildarî Rêber Apo, beriya şehadeta xwe demek kurt, bi wan re parve kiribû û got;
Ji bo bîranîna wî ya hêja, pêkanîna van wê erka me be.”