Rojnamevan û nivîskar Necmedîn Salaz jiyana xwe ji dest da

Kedkarekî din yê Çapemeniya Azad, Rojnamevan Necmedîn Salaz li Silêmaniyê jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Necmedîn Salaz demekî dirêj bû ji ber nexweşiyê dihate dermankirin.

Tê payîn sibe bi vebûna saziyên fermî yên li Başûrê Kurdistanê û piştî temambûna karên fermî cenazeyê Necmedîn Salaz wê piştî merasîmekê ji bo bajarê Wanê ê Bakurê Kurdistanê were oxirkirin.

Rojnamevan û Nivîskar Necmedîn Salaz di sala 1958’an de li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye.

Necmedîn Salaz di salên 70’î de di nava xebatên çepgir û şoreşgerî de cih digire

Di dema derbeya Leşkerî ya li Tirkiyê a di sala 1980 de, li girtîgeha Amedê û 5 salan girtî dimîne.

Necmedîn Salaz di salên 90’î de jî di nava gelek partiyên siyasî yên Kurd e cih digire û pêşengiyê dike.

Salaz, 10 sal bûn li başûrê Kurdistanê dijiya û herî dawî bernameya “Rojeva Başûr” ji bo kanala Medya Haber pêşkêş dikir.

Back to top button