Ciwan Mistefa: Rewşa 4 kesên bi Corona ne xeter e

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Dr.Ciwan Mistefa ji televezyona me re ragihand ku, rewşa herçar kesên bi Vîrûsa Coronayê ketine ber bi başûbûnê ve diçe.

Dr. Ciwan Mistefa di peywendiyeke telefonê de diyar kir ku, her çar kes di bin çavdêriyê de ne û rojane serdana wan tê kirin.

Mistefa da zanîn ku ji ber rewşa wan derbasî qonaxeke xeter nebûye, pêwîstî nehatiye dîtin ku wan veguhezînin nexweşxaneyên taybet.

Ciwan Mistefa: Bêhtirî 88 kesan li Qamişlo di bin çavdêriyê de ne

Di heman peywendiyê de, Hevserokê Desteya Tendursitiyê eşkere kir ku, bêhtirî 88 kesên ku bi kesên bi Vîrûsê re dane û standine jî li Qamişlo di bin çavdêriyê de ne.

Ciwan Mistefa: Hîna nîşaneyên vîrûsê li ser 88 kesan xuya nebûne

Her wiha diyar kir ku heta niha tu nîşaneyên nexweşiyê li ser wan xuya nebûye û eger xuya kir wê tedbîrên pêwîst bigirin.

Back to top button