Li Bajarê Çilaxa li ser tabloya navenda postayê tenê navê El-Cawadiyê hatibû nivîsandin.
Ev yek rastî nerazîbûnên gel hat û xelkê daxwaz kir ku navê Çilaxa lê bê zêdekirin.
Piştî bangên xelkê Rêveberiya Postayê tablo ji bo navê bajêr bi Kurdî guhert.
Postxane hefteya borî wekî beşek ji pêvajoyek entegrasyonê hatibû vekirin.
Lê tabelaya li ser rûyê wê tenê navê “El-Cawadiyê” hebû. Navê Kurdî ” Çil Axa” nehatibû nivîsandin.
Ev çavnebarî bû sedema nerazîbûnek berfireh di nav niştecihên herêmî de.
Ji ber vê yekê, Rêveberiya Postayê îro tabela guherand.
Ev gav piştî pêla nerazîbûnan û daxwazên ku navê Kurdî li kêleka navê Erebî were naskirin hat.



