HPG’ê nasnameyên 4 gêrîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên ku li Xakurkê şehîd bûne, eşkere kir û got:
“Hevrêyên me bi fedakariyeke mezin têkoşiyan û di dîroka me ya azadiyê de cihê xwe girtin.”
HPG’ê ji malbatên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir.

HPG’ê diyar kir ku 24 û 30’ê Tebaxa 2023’an di êrişî dijmin ên li ser herêma Xakurkê de 4 hevrêyên wan şehîd bûye û got:

“Her çar hevrêyên me ji Bakur, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji bo azadiya gelê me di nava refên PKK’ê de hatin ba hev û bi zanebûneke zêde ya neteweyî, têkoşîn meşandin.

Li dijî polîtîkayên şerê taybet ên dijmin, li ser bingehê ruh û fikrekî hevpar ji bo azadiya gelê me bi hev re têkoşiyan. ”

HPG’ê diyar kir ku gerîla Rizgar, Gernas, Hêjar û Sîncer her kêliya jiyana xwe bi fedakariyeke mezin derbas kirin û di dîroka têkoşîna azadiyê de cihê xwe girtin.

Di dawî de HPG’ê ji malbatên şehîdan û hemû gelê Kurdistanê re sersaxî xwest û soza bilindkirina têkoşînê da.

Nasnameyên gerîlayên şehîd wiha ne:

Nasnav: Rizgar Siwar
Nav û Paşnav: Yadîn Bûlût
Cihê Jidayikbûnê: Xarpêt
Navê Dayikê: Hatîce
Navê Bav: Alî
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê

Nasnav: Gernas Qendîl
Nav û Paşnav: Kawa Mamo
Cihê Jidayikbûnê: Dirbesiyê
Navê Dayikê: Sacîde
Navê Bav:Ahmed
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê

Nasnav: Hêjar Bêkes
Nav û Paşnav: Sîrûs Rasteqîz
Cihê Jidayikbûnê: Tîkab
Navê Dayikê: Amîne
Navê Bav: Tofîq
Cih û Dîroka Şehadetê: 24’ê Tebaxa 2023’an / Xakurkê

Nasnav: Sîncer Dehgulan
Nav paşnav: Namet Rizayî
Cihê jidayikbûnê: Bîca
Dayikê: Meryem
Bav: Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 30’ê Tebaxa 2023 / Xakurkê

Back to top button