Li Diyalayê êrîşa DAIŞ’ê

Li Diyala DAIŞ’ê êrîşê hêzên Iraqê kir.
Di êrîşê de 10 leşkerên hêzên ewlehiyê yên Iraqê hatine kuştin û 25 jî birîndarbûne.

Şeva borî çeteyên DAIŞ’ê li sînorê parêzgeha Diyala mayînek bi wesayîtekê ve teqandin.

Medya Iraqê ragihand ku duh bişev çeteyên DAIŞ’ê li nêzîkî gundê Îmraniye yê ser bi navçeya Wecîhiye yê li sînorê parêzgeha Diyale êrişî hêzên emnî yên Iraqê kirin.

Hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê destpêkê mayînek bi wesayîtekê ve teqandine

û piştre welatî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê ku berê xwe dan cihê buyerê rastî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya bi qernasan hatin.

Di êrîşê de 10 leşkerên Iraqê hatin kuştin 25 jî birîndar bûn

Li gorî medya Iraqê ragihandî di encama êrişê de 10 leşker hatine kuştin û 25 kes jî birîndarbûne.

Her wiha hate diyarkirin ku birîndar rakirine nexweşxaneya Diyala ku birîna hinekan girane.

Medya Iraqê destnîşan kir ku piştî êrişê hêzek mezin a ewlehiyê veguhestine cihê buyerê lê çeteyên DAIŞ’ê reviyane.

Back to top button