KNK şêwra pêşxistina dîyaloga navxweyî pêk anî

Îro ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî hat lidarxistin. Di şêwirê de fermandarê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî axivî û got,

”Kî şerê navxwe derxîne, Kurd wê wan efû nekin, ev şer wê bandorê li ser hemû Kurdistanê bike.

Kongreya Neteweyê ya Kurdistanê (KNK) li dijî şerekî navxweyî yê ji ber siyaseta şerxwaz ya PDK’ê, ev demeke di nava hewldanan de ye.

Ji bo pêkanîna diyalog û aştiyê jî Şêwira Pêkanîna Diyaloga Neteweyî dinavbera KNK’ê û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê de, hat lidarxistin.

Şêwir bi rêya online û bi tevlîbûna gelek siyasetmedar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî yên Kurdistanê, rojnameger û rewşenbîran pêk hat.

Hevseroka KNK’ê Zeynep Murad di şêwirê de axivî û diyar kir ku divê hemû Kurd ji bo parastina destkeftiyên xwe bixebitin.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî ji Amedê bi telefonê axivî û diyar kir divê Kurd pirsgirêkên xwe bi danûstandinê çareser bikin û got,

Divê em bersiveke hevpar bidin pirsa, ”Kî dijminê Kurdan e?” û pêşî divê bersiva vê pirsê zelal bibe.”

Mezlûm Ebdî: kî şerê navxwe derxîne wê Kurd wan efû neke

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî jî diyar kir şerekî di navbeyna du hêzan de wê ziyanê bide hemû Kurdistanê.

Mazlûm Ebdî anî ziman ku kî dibe bila bibe Kurd û dîrok, wê hêza ku şerê navxwe derxîne efû neke.

KNK şêwra pêşxistina dîyaloga navxweyî pêk anî

Hevserokê Kongra-Gel Remzî Kartal jî xwest ku KNK û Yekîtiya Parlamenterên Kurdistanê şandeyeke hevpar ava bikin, da ku şande karibe pêşengiyê ji danûstandin û çareseriyê re bike.

Hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed jî anî ziman ku wê şerê navxwe bibe sedema zêdebûna êrîşan li ser Kurdan.

Back to top button