Rêya M4, kampa Eyn Îsa û gundên navçeya Şera hatin topbarankirin

Artêşa dewleta Tirk rêya M4, kampa Eyn Îsa û 2 gundên navçeya Şera ya Şehbayê topbaran kir.

Artêşa Tirk û çeteyên wê îro careke din rêya M4 û kampa Eyn Îsa bi çekên giran topbaran kir.

Hemwextî topbaranê dewriyeyeke Rûsyayê ku gihîştibû navçeyê, paşde vekişiya.

Her wiha artêşa dewleta Tirk gundên Merenaz û Alqemiyê yên navçeya Şera ya herêma Efrînê bi dijwarî, topbaran kir.

Doh êvarî jî Artêşa Tirk derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê topbaran kir.

Back to top button