NY li dijî darvekirinên komî Iraq hişyar kir

Di nava 2 mehan de li Iraqê bi dehan kes hatin darvekirin. NY ji Iraqê daxwaz kir ku darvekirinên kesên bi êşkenceyê gumana sûcên terorîzmê li xwe mikur tên, bide rawestandin.

Li Iraqê roja yekşemê tê payîn nêzî 50 girtî bên darvekirin.

Lê NY hişyarî da ku divê Iraq xwe ji ‘darvekirinên komî’ dûr bixe.

Raportorên NY bal kişand ku li Iraqê ji 4 hezar girtiyên bi sûcê terorîzmê hene.

Ji van jî cezayê darvekirinê li sedan hatiye birîn.

Raportoran diyar kir ku divê Iraq xwe ji darvekirinên komî dûr bixin.

Raportorên NY’yê destnîşan kir ku di meha Cotmehê de 21, di vê mehê de jî bi kêmanî 16’ê girtî li Nasiriyê hatine bidarvekirin,.

Ji ber vê yekê raportoran daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku darvekirinên nû bidin rawestandin.

Back to top button