Li paytexta Efxanistan Kabulê êrîşeke bi çekên giran pêk hat, 8 kes mirin

Li paytexta Efxanistan Kabulê êrîşeke bi çekên giran pêk hat.
Di êrîşa ku 25 top hatin avêtin de, 8 kes mirin û 31 birîndar bûn.
Piraniya birîndaran jî jinin.
Talîbanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ti têkliya wan bi êrîşê re nîne.

Îro di saetên siharê de paytexa Efxanistan Kabûl bi êrîşa topan hejiya.

Di êrîşa ku cihê tevgera qerebalix ya gel heyî de, mirin û birîndar çêbûn.

Li gorî agahiyên despêkê 8 kesan jiyana xwe ji dest da û 31 kes jî birîndar bûne.

Ji birîndaran 13 jin û 3 zarokin.

Ji ber birîna giran ya birîndaran metirsiya zêdebûna jimara miriyan heye.

Berdevkê Wezîrê Hindirîn yê Efxanistanê diyar kir ku çeteyan hewan li pişt qamyonekê bicih kiribûn û ji nava bajar avêtin.

Rêveberên Efxanî anî ziman ku li ser çawaniya anîna maşînê li nava bajar tê lêkolînkirin.

Hêzên Talîbanê jî bi daxuyaniyeke vîdeo ku weşandin ragihand ti têkliya wan bi êrîşê re nîne.

Li paytextê ku gelek navendên erkdariya welatên cihanê lê heyî, li heman cihê dibistaneke keçan jî hedef hate girtin.

Dimeneke ku li ser medya civakî hatî parvekirin de jî metirsiya li nava dibistanê xuya dike.

Balkêşe êrîş hemwextî wê hate kirin ku dihat payîn piştî du rojan li paytexta Swîsre Cenevreyê ji bo Efxanistanê konferansek alîkariyê were lidarxistin.

Di rojên derbasbûyî de careke din li dijî zanîngehek ya li paytextê de herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dabû û bi hedan jî birîndar bûbûn.

Çeteyên DAIŞ’ê jî ev êrîş girtibû ser xwe.

Komeke çeteyên DAIŞ’ê yên ku navê Huresan li xwe kirî di salên dawiyê de, li dijî şiiyên li herêmê êrîşan pêk tîne.

Back to top button