52 Girtiyên behdînanê ên di girtîgehên PDK’ê de dest bi greva birçîbûnê kirin

Li girtîgeha PDK’ê a li Hewlêrê 52 girtiyên Behdînanê li dijî destwerdanên kesî û partiyan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Nameya 52 girtiyên Behdînan ku ji Neteweyên Yekgirtî, nûnerên welatan û raya giştî re şadine wiha ye:

“Em weke 52 girtiyên li Behdînan, rojnamevan, çalakvan û girtiyên li girtîgeha PDK’ê ya li Hewlêrê, bi heman şêweyê girtiyên li Şeladizê biryar didin ku dest bi greva birçîbûnê bikin.

Greva me ya birçîbûnê bi daxwaza me ya serbestberdana bi şert a li gorî xala 331’an a qanûna cezayê ku mafê me yê yasayî ye, girêdayî ye.

Lê belê dozger hewl dide me ji mafê me bêpar bike û ji sedî 25’ê yasaya ku di destê me de ye, me bêpar bike.

Li ber çavê her kesiye ku ti mafên me yên mirovî, yasayî û demokratîk nîne.”

Back to top button