Li Peymangeha Şehîd Viyan Amara şahiya derçûna xwendekaran
Peymangeha Şehîd Viyan Amara ji bo 63 xwendekaran şahiya derçûnê li dar xist.
2 sal piştî xwêdan û zehmetiyê, niha êdî derbasî qonaxek nû bûn.
Li Şehbayê 63 dekaran peymangeha xwe bi dayî kirin.
Xwendekarên ji Peymangeha Şehîd Viyan Amara derçûn wê ji niha û pêde di beşên mamostehiya, bîrkarî, biyolojî, kîmya, û ziman de perwerdê bidin.
Derçûna xwendekaran bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Şahiya derçûnê li Hola Diyar a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê pêk hat.
Di şahiyê de, şêniyên Şehba, koçberên Efrînê û nûnerên Rêveberiya Xweser hebûn.
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Zelox Bekir axivî û qala girîngiya şoreşa ziman kir.