Li Idlib û Hemayê hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê êrîşî hev kirin

Li gundewarên başûrê Idlibê, hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê bi giranî êrîşî hev kirin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan diyar kir ku ji roja Înê û heta vê sibehê hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tirkiyê bi giranî êrîşî nuqteyên hev li gundewaranê başûrê Idlibê kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku li derdora Qilêdîn û El-Etkawî yên Hemayê jî herdu aliyên navborî deverên hev kirin armanc.

Dagirkeriya Tirk 20 maşîneyên din ên leşkerî derasî Idlibê kirin

Hemwextê gurbûna êrîşan, artêşa dewleta Trik hêza xwe li herêmê zêde dike.

Duh bi tenê, 20 maşîneyên leşkerî û alavên leşkerî û lojistîk di deriyê Kerfer Losîn re derbasî Idlibê kir.

Ji sibata 2020’an û heta niha dewleta Tirk 11 hezar û 625 maşîneyên leşkerî derbasî herêmê kirin.

Di navbera hêzên hikumeta Şamê û komek çekdar de şer derket

Li Bajarê Tafis yê rojavayê Derayê, şer di navbera Firqeya 4`an a hêzên hikumeta Şamê û koma bi nave “Fecir El-Islam”, rû da.

Li gorî Çavdêriyê, ji ber koma çekdar derketina ji bajêr û radsetkirina çekên xwe yên giran red kir, şer derket.

Tîrmeha 2018’an koma Fecir El-Islam bi Rûsyayê re pêvajoya çareseriyê pêk anîbû.

Back to top button