Silêmaniyê-Dewleta Tirk a qirker li Pênciwên wesayîtek hedef girt

Li Başûrê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ranawestin.
Hate ragihandin ku balafirên dewleta qirker li pênciwên erêbeyek bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyan, êriş li ser rêya bajaroka Germikê ya girêdayî Pêncwên yê Silêmaniyê pêk hat.

Hate diyar kirin erebe ji aliyê balafira bê mirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker ve hatiye bombekirin.

Têkildarî encama bombebaranê hate niha tu daxuyanî an jî agahî nehatiye belavkirin.

Pênciwênê-Dewleta Tirk a qirker wesayîtek bombebaran kir 3 welatî şehîd bûn

Back to top button