Fîlma Gava Şitil Mezin Dibe xelateke din girt

Di 8. Festîvala Fîlman a li Swêdê de hat lidar xistin, fîlmê Gava Şitil Mezin Dibin di beşa fîlmên dirêj de xelata lîstikvanê mêr a herî baş wergirt.

Li ser navê ekîba fîlmê Girin Kasirga li paytexta Swêdê Stockholmê beşdarî merasîma xelatdayînê bû.

Ehmed Arif Hecona ku xelata lîstikvanê herî baş wergirtiye, di fîlmê de karakterê Huseyîn dilîze.

Hecano ji bilî roleke kurt a vê fîlmê tu ezmûna lîstikvaniyê nîne.

Hecano ku hosteyê hesinî ye niha li Kobanê dijî.

Gava Şitil Mezin Dibin ku derhêneriya wê Rêger Azad e, li gel Festîvala Fîlman a Vasterasê ya Swêdê xelata xwe ya çaremîn wergirt.

Ji parzemîna Asya, Ewropa û Emerîkayê xelat wergirtine.

Tê plankirin ku di meha pêş de fîlm li festîvalên fîlmên kurdî de jî were nîşandan.

Back to top button