Putin fermana pêşxistina sîstema parastinê a S-550 da

Rûsya li dijî her êrişeke asmanî sîstema xwe ya parastinê xurt dike.
Piştî S-400 û S-500’an, Serokdewletê Rûsya Vladimir Putin fermana pêşxistina sîstemê da.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ew pergala parastina hewayî ya S-550 ku “berê qet nehatibû nîşandan” bi pêş dixin.

Li gorî nûçeya Moskowa Timesê, tê îdiakirin ku ev model li ser projeya ku di serdema dawî ya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê de hatibû plankirin.

Lê piştî lihevkirina bi DYA re, ev proje hat betalkirin.

Bi fermana Putin niha careke din ev proje li ser kare.

Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu got,

Ev ferman ji aliyê Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin bi xwe ve hatiye dayîn.

Şoygu anî ziman ku Putin giringiyeke mezin dide dewamiya pêşxistina sîstemên parastina esmanî yên Rûsyayê û taybet di çêkirina S-350, S-500 û S-550 ya ji bo artêşê.

Wezîrê Parastinê derbarê S-550an de ti agahî neda.

Back to top button