Partiya Herêmên Demokratîk a Şirnexê jî 1. kongreya xwe ya asayî lidarxist û hevserokên xwe yên nû hilbijartin.
Di kongreyê de hate gotin, heta tecrîd ranebe azadi, wekhevi û aştî jî ne pêkane
Kongre, li eywana DBP’a Şirnexê hat lidarxistin.
Edamên rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyan jî di nav de gelek nûnerên sazî û rêxistinan tev li kongreyê bûn.
Di kongreyê de ji ewilî Parlementera Partiya Çepên Kesk a Şirnexê Ayşegul Dogan axivî.
Ayşegul Dogan, diyar kir ku partiya wan di demên dîrokî de derbas dibe û got:
Divê em di vê pêvajoyê de yekitî û tifaqiya xwe bi hêz bikin û têkoşîna xwe mezin bikin.
“Heta tecrîd ranebe azadî, wekhevî û aştî jî ne pêkane”
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir axivî û bal kişande li ser rêya çareseriya pirsgirêka Kurd.
Keskîn Bayindir destnîşan kir ku çareserî bi şikandina tecrîdê pêkane û got:
“Sekna birêz Ocalan, sekna aştiyê, çareserî û muzkareyê ye.
Bayindir bibîrxist heta tecrîd ranebe azadî, wekhevî û aştî jî ne pêkane.
Hevserokên DBP’a Şirnexê yên nû hatin hilbijartin
Piştî axaftinan, Zîlan Yaman û Sekvan Kiliç weke Hevserokên DBP’a Şirnexê hatin hilbijartin