Şêniyên navçeya Sirînê cenazeyê şehîdê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebid El Îsa (Ebû Ebas) li Goristana Şehîdan a navçeyê Oxirkirin.
Şêneyên Minbicê jî sersaxî ji malbatên 2 şehîdan re xwestin.
Bi sedan şêniyên navçeya Sirînê cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebid El Îsa (Ebû Ebas) bi merasîmekê li Goristana Şehîdan a navçeyê veşart.
Piştî rêzgirtinê, cîgira seroka meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Sirînê Neda El Cadir axivî û got:
“Şehîdan ji bo avakirina civakeke azad canê xwe feda kir.
Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heta dawiyê li ser rêya wan bin.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Sirînê Xelîl Hisî jî anî ziman ku dijmin ji bo ku bikaribe parçebûnê di nava civakê de pêk bîne, serî li her rêbazên cuda dide.
Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mistefa El Mihemed jî got:
“Şehîd ew şewqa ku rêya tarî ronî dikin e.
Piştra wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşme û tilîliyan hat veşartin.
Minbic-Sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin
Şêniyên Minbicê jî sersaxî ji malbatên şehîd Elî Omer û Mehmûd El Hicac re xwestin.



