Li Fasê erdhej: Bêtirî 1037 kes mirin

Li Fasê erdheja bi pileya 6,8 wêraniyek mezin li pey xwe hişt.
Heta niha herî kêm hezar û 37 kes mirin e.
Xebatên lêgerîn û xelaskirina ji bin kavilan jî didome.
Di vê navberê de welatên cîhanê peyamên sersaxiyê ji bo gelê Fasê weşandin.

Şevê din di saet 23:11’an de li Fasê bi pileya 6,8 erdhejek pêk hat.

Navenda erdhejê herêma Markaşa bû.

Ji ber erdhejê heta niha herî kêm hezar û 37 kesan jiyana xwe ji desta dane.

Hat ragihandin ku piraniya mirinan li herêmên çiyayî yên asê pêk hatine.

Wezareta Karên Hundir a Fasê ragihand ku herî kêm 672 kes birîndar bûne.

Gelek avahî xera bûne.

Beşek ji sûrên sor ên derdora bajarê kevnar Marrakech ku di lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye, xera bûne.

Navenda erdheja ku 8 kîlometre di bin erdê de pêk hat, herêma El-Huz a bajarê Marakeşê ye.

Hat ragihandin ku Marrakech, Ezilal, Egadir, Varzazat û Chichaoua di nav bajarên ku mirin heyîn de ye.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku piştî erdheja bi lerza 6.8, bi 19 deqîqeyan erdhejeke din a bi mezinahiya 4,9 pêk hatiye.

Xebatên lêgerîn û xilaskirina kesên ku piştî erdhejê di bin xirbeyan da mane dewam dikin.

Hat destnîşankirin ku di dîroka welêt de ev erdheja herî mezin e.

Di erdheja sala 2004’an li Fasê pêk hat de 600 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Ji cîhanê peyamên sarsaxî û piştevaniya bo gelê Fasê

Berdevka Neteweyen Yekbüyi (NY) got,

“Em amade ne, ji bo kesên di vê erdhejê de mexdur bûyîn re bibin alîkar.”

Derbarê erdheja de, Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz li ser tevna X got,

“Ji Fasê nûçeyên nebaş hatin.

Di van saetên dijwar de bala me li ser qurbaniyên vê erdheja wêranker in.

Ez sersaxiyê ji kesên ku di vê bobelata xwezayî de mexdûr bûne re dixwazim.”

Back to top button