Li Qamişlo 2 firoşkarên derman hatin girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 firoşkarên dermanê Tempra ya sexte li bajarê Qamişlo girtin.

Beriya du rojan agahî ji şêniyan hatin ku rewşa tenduristiyê ya zarokên wan bi birina dermanê Tempra ne baş bûye.

Li ser van agahiyan Rêveberiya Tenduristiyê ya Kantona Qamişlo giştînameyek derxist û têde biryar girt ku tevahî dermanên Tempra yên sexte bigirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn 2 firoşkarên ku ev derman li ser dermanxaneyan belav dikirin, girtin.

Her wiha 2 depoyên çêkirina heman dermanî li bajarê Qamişlo desteser kirin.

Di vî warî de hêzên asayîşê diyar kir ku madeyên di vî dermanî de ne li gorî yên eslî ne.

Her wiha ev qutî bi madeyên kîmyewî hatine dagirtin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn şênî agahdar kirin ku beriya ku dermanan bidin zarokên xwe, hişyar bin.

Back to top button