Li Meksika êrişî polîsan hat kirin: 6 mirî, 12 birîndar

Li eyaleta Jalisco ya Meksîkayê, dema ku maşîna polîsan derbas dibû bombeyek li ser rê teqiya. Di encamê de 6 kes mirin, 12 jî birîndar bûn.

Di encama teqîna bombeya êrîşkaran de 6 polîs mirin û 12 jî birîndar bûn.

Waliyê eyaleta Jaliscoyê Enrique Alfaro di derbarê bûyerê de daxuyanî da û diyar kir ku êrîş ji aliyê rêxistina sûcê organîze ve pêk hatiye.

Piştî bûyerê gelek ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Polêsên birîndar jî ji bo bên dermankirin rakirin nexweşxaneyê.

Pisporan jî diyar kirin ku cenazeyê hin kesên ku jiyana xwe ji dest dane nayên naskirin.

Hate hînbûn ku ekîbên polêsan li ser îxbara ku bi şev li herêmê gelek cenaze hene, çalakî pêk anîn û dema ku li ser rê bûn rastî êrîşa bombeyî hat.

Ji bo girtina berpirsên êrîşê, bi beşdariya rayedarên federal operasyon hat destpêkirin.

Back to top button