Delegeyên Kongreya Partiya Yekitiya Demokratîk rêzikname erê kirin.
Her wiha Ayşe Hiso û Enwer Muslim weke hevserokên nû hatin hilbijartin.
Kongreya 8. a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li bajarê Rimêlan di roja duyemîn de didome.
Piştî bernameya siyasî ya partiyê hate erêkirin, rêziknama hate xwendin û ji aliyê delgeyan ve hate erêkirin.
Delgeyên kongreyê biryar dan ku hejmara endamên Meclisa Giştî ya partiyê ji 49 endaman bikin 90 û endamên Desteya Rêveber li şûna 13 bikin 20.
EYŞA HISO Û ENWER MUSLIM BÛN HEVSEROKÊN PYD’Ê
Her wiha Ayşe Hiso û Enwer Muslim weke hevserokên nû hatin hilbijartin.
Duh li bajarokê Rimêlan kongreya 8. a PYD’ê bi slogana “Bi yekitiya demokratîk em ê dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya Xweser bi pêş bixin û Sûriyeke demokratîk ava bikin” dest pê kir.