Rejîmê di 36 saetên borî de 16 herêm bi dest xistin

Rejîma Sûrî bi desteka Rûsyayê pêşdeçûnên xwe li Idlibê dewam dike û 16 herêmên din bi dest xist.

Di 36 saetên dawî de rejîmê derdora 16 gund û bajarokê li başûrê Idlibê bi dest xistin.

Çavdêriya Sêrî ya Mafên Mirov ragihand ku bi desteka topbaranên bejahî û asmanî, hêzên rejîmê bajaroka Kefir Nibil, Has û gundê Bisqelayê bi dest xist.

Çeteyên dewleta tirk jî li gundê Cobasê ya Rojavayê bajarokê Seraqibê kontirokir û ber bi pira bajarokê ya li ser rêya M4 pêşdediçin.

REJÎMÊ NUQTEYEKE DEWLETA TIRK LI BALAFIRGEHA TEFTENAZÊ KIR HEDEF

Li bakur-rojhilatê Idlibê jî balafirên şer ên rejîmê nuqteyeke dewleta Tirk li bafirgeha Teftenazê kir hedef.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov destnîşan kir ku derbarê encamê hedfgirtinê de, ti agahî nehatine parvekirin.

Li gundewarê Lazqiyê jî çeteyên dewleta Tirk deverên rejîmê û derdora balfirgeha Himêmîmê kirin hedef.

HÊZÊN REJÎMÊ LI IDLIBÊ BALEFIREK KEŞFÊ YA DEWLETA TIRK XIST

Ajansa nûçeyan a fermî ya rejîma Sûriyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê li herêma Dadih a başûr rojhilatê Idlibê balafira keşfê ya bê mirov a artêşa Tirk xistine.

Back to top button