Fermandar Bêrîtan hevî li navçeya Ranya ya Silêmaniyê hate bîranîn

Bi boneya 31’emîn şehadeta wê fermandar Bêrîtan Hêvî li navçeya Ranya ya Silêmaniyê, ji aliyê Rêkxistina Jinên Azadiya Kurdistanê (RJAK) ve hate bibîranîn.

Merasîma bîranînê di kesayeta fermandar Bêrîtan Hêvî de ji bo giyanê hemû şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Piştre Endama RJAK’ê Semed Hêvî li ser jiyan û kesayeta fermandar Bêrîtan Hêvî axivî û got;

“Pêwîste jin bi ruhê fedayî yê şehîd Bêrîtan hîn zêdetir tevlî xebat û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd bibin.”

Piştre sînevîzyona li ser jiyan û kesayeta fermandar şehîd Bêrîtan Hêvî hate nîşandan.

Di sînevîzyonê de behsa çawaniya tevlîbûna wê ya Tevgera Azadiya Kurdistan û şehadeta wê ya bi ruhê fedayî ku di şerê li dijî xeta xiyanetê PDK’ê de ku ji çar aliyan ve hatibû dorpêçkirin hate kirin.

Bîranîn bi durşên şehîd namirin ve bibdawî bû.

Back to top button