Gerîlaya YJA Starê Gûrbet Kaymaz li Sêrtê hat oxirkirin

Gerîlaya YJA Starê Gûrbet Kaymaz li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê di şerê li dijî artêşa Tirk de şehîd bûbû.
Cenzayê gerîlaya şehîd li Sêrtê hat veşartin.
Di dema oxirkirina cenaze de jî, polîsên AKP’ê astengî derxistin.

Malbata Kaymaz ku Fermandariya Cendirmeyê ya Bedlîsê bi telefonê li wan geriya, çû Bedlîsê.

Malbat çû Nexweşxaneya Dewletê ya Bedlîsê û cenazeyê Gûrbet li wir keşf kir tevî çêkirina testa DNA’yê jî.

Malbatê cenaze êvarê anî Sêrtê.

Polîsan dor li Goristana Zeyvê girt û nehişt ku merasîmên olî jî bi cih bên anîn û mela were ser gora wê.

Polîsan ji bilî 10 kesan rê neda ku biçin ser gorê û daxwaza şûştina cenaze red kir.

Malbata Kaymazê cenaze veşart.

Back to top button